Qutbûna ceryanê li Tegzasê ji ber tofan û kurofê
Sibat 04, 2022 15:55 Asia/Tehran
Bi dû rabûna tofan û kurofeya giran li Tegzasê, ceryana 70 hezar welatîyan qut bûye.
Ji ber barîna berfeke giran, kurofe û tofanê, herwiha 4800 geştên esmanî û qetaran hatin ibtalkirinê. Ji ber ku cade jî qerisîne, tirafîk jî aloz ûpêrgî pirsgirêkê bû.
Rêya di navbera bakur û başûra Tegzasê jî hatîye daxistinê. Zêde ji 100 milyon amerîkîyan ji rojava heta bakura Tegzasê hişyarkirina derbarê tofan û kurofeya zivistanê wergirtine.
Li çend eyaletên din ên rojava û başûra Amerîkayê jî ji wan Tênêsî, Ohayo û Kêntakîyê ji ber barîna berfeke giran û kurofeyê ceryan qut bûye.