Ukraynayê plana ligel Tirkiyê eşkere kir
Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Oleksii Reznikov berî serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Ukraynayê ragihand ku plana wan heye ligel Tirkiyê peymana çêkirina firokeyên bêfirokevan îmze bikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê derbarê peywendiyên ligel Tirkiyê de axivî û amaje bi wê yekê da ku plana wan heye di mijara berhemanîna firokeyên bêfirokevan de kargehekê ava bikin. Reznikov dibêje: “Plana me heye em ligel Tirkiyê bo berhemanîna firokeyên bêfirokevan kargehekê ava bikin û di mijara navenda perwerdeya pîlotan de peymanekê îmze bikin.”
Di demekê de ku aloziyên navbera Ukrayna û Rûsyayê berdewam in, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Ukraynayê dike.
Di heman demê de, li gor ragihandineke Navenda Peywendiyên Serokkomariya Ukraynayê, Recep Tayyip Erdogan beşdarî 10emîn Civîna Encumena Bilind a Stratejîkya Tirkiye-Ukraynayê dibe û biryar e rêkeftineke bazirganiya azad îmze bike.