Çile 08, 2022 13:06 Asia/Tehran
  • Civata Ewlehiyê ya Navneteweyî dê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûdanê civînekê li dar bêxe

Ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên Sûdanê, Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê çarşemê civînekê li dar bêxe.

Li gorî nûçeya tora Sky News Amerîka, Brîtanya, Fransa, Norwec, Îrland û Albanyayê bang kir ku ev civîn li dar bikeve.

Dîplomatekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got nîşandina helwesteke hevbeş ji aliyê meclisê ve têkildarî Sûdanê, nedihat payîn û Çîn û Rûsya dê li hemberî wê derkevin. Ji ber ku gelek caran her du dewletan diyar kirine ku rewşa Sûdanê kar û barekî hundirîn e û li ser ewlehiya navneteweyî xetereyê çênake.

Serepeyv