10 dîyardeyên jîngehê bayê 170 milyard dolarî zîyan gîhandine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331002-10_dîyardeyên_jîngehê_bayê_170_milyard_dolarî_zîyan_gîhandine
Dezgeheke gelanî li Ingilîsê bi navê Kirîstîyen Ayd bi ragihandina vê mijarê pêgirî kir ku ev demajoya ber bi zêdebûnê, rengvedana bandora guherînên rewşa av û hewayê bi destê merivan e, herwiha 10 dîyardeyên hanê bûne sedema candayîna herîkêm hezar û 75 kesan û bê mal û warbûna milyonek û 300 hezar kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2021 06:26 Asia/Tehran
  • 10 dîyardeyên jîngehê bayê 170 milyard dolarî zîyan gîhandine

Dezgeheke gelanî li Ingilîsê bi navê Kirîstîyen Ayd bi ragihandina vê mijarê pêgirî kir ku ev demajoya ber bi zêdebûnê, rengvedana bandora guherînên rewşa av û hewayê bi destê merivan e, herwiha 10 dîyardeyên hanê bûne sedema candayîna herîkêm hezar û 75 kesan û bê mal û warbûna milyonek û 300 hezar kesî.

 

Ev dezgeha her sal xercên bûyerên weke lehî, agirberbûn û pêla germayê ligorî raporên dezgehên sîgortê dîyar dike.

Bûyera ku xercê wê herîzêde bûye, tofana Aydayê bû ku rojhilata Amerîkayê da ber xwe û bû sedema zirareke 65 milyard dolarî. Lehîya giran a li Alman û Beljîkê ku di Tîrmehê da rabû û zîyaneke 43 milyard dolarî pêk anî.

Di rêza sêyem da tofana bi seqem a Têgzasê cî digire ku şebekeya ceryanê li vê ayetê qut kir û bû sedema zîyaneke 23 milyard dolarî û li pey wê lehîya li parêzgeha Henan a Çînê cî digire ku bû sedema xisareke 17 milyard û 600 milyon dolarî.

Bûyer û belayên din ên ku bûne sedema xisareke çend milyard dolarî, ev in: Lehîya li Kandayê, qerisîn û seqema li Fransayê û tofana li Hind û Bengiladêşê.