Ciwanekî Kurd li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330934-ciwanekî_kurd_li_amerîkayê_di_warê_firokevaniyê_de_bû_yekem
Ciwanekî ji Herêma Efrînê, piştî ku bi sedema krîza Sûriyê ligel dê û bav û birayê xwe koçber bû, li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2021 03:58 Asia/Tehran
  • Ciwanekî Kurd li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem

Ciwanekî ji Herêma Efrînê, piştî ku bi sedema krîza Sûriyê ligel dê û bav û birayê xwe koçber bû, li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem.

Mîro Kalo, ciwanê Kurd ê ji Efrînê, li ser asta 10 hezar xwendekarên Zanîngeha Famingdale State College yekem derket û bawernameya bakaloryos di Rêveberiya Firokevaniyê de bidest xist, lewma jî, ew ji aliyê serokatiya zanîngehê ve, hate xelatkirin.

Mîro Kalo, ligel malbata xwe ji sala 2011an ve, ji Efrînê çûne Amerîkayê û li New Yorkê bicih bûn. Li wê derê jî, wî li kêleka bawernameya Rêveberiya Firokevaniyê, bawernameya dîplomê di Zanistên Siyasî de bidest xist. Ne tenê wiha, lê wî xwendina 4 salan, di 3 sal û 6 mehan de biserî kir.