Li Minnesota meytên heft kesan hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330822-li_minnesota_meytên_heft_kesan_hatin_dîtin
Li eyaleta Minnesota ya li rojavayê Amerîkayê di malekê da meytên 7 kesan hat dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2021 21:04 Asia/Tehran
  • Li Minnesota meytên heft kesan hatin dîtin

Li eyaleta Minnesota ya li rojavayê Amerîkayê di malekê da meytên 7 kesan hat dîtin.

CNN îro Duşemê ragihand ku polîsên Amerîkayê meytên çar mirovên mezin û sê zarokan li xaniyekê li bajarê Morehead yê Minnesota dîtin.

Têkiliya di navbera van 7 qurbaniyan de hîn ne diyar e û polîs li ser sedema mirina wan lêkolînan dike.

Di vê malê de tu şopên mirovên êrîşkar û tundrew nekete ber çavan.

Meytên her 7 kesan ji bo tespîtkirina sedema mirinê rakirin tiba edlî ya li herêmê.

Polîs ragihand ku lêkolîn berdewam e û dê di demek nêzîk de nasnama qurbaniyan were eşkerekirin.