NY: Koma Talîbanê 72 kes bi dar ve kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330704-ny_koma_talîbanê_72_kes_bi_dar_ve_kirin
NY`yê Koma Talîbanê bi darvekirina bêyî darizandin a 72 kesan li Efganistanê, tawanbar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2021 05:24 Asia/Tehran
  •  NY: Koma Talîbanê 72 kes bi dar ve kirin

NY`yê Koma Talîbanê bi darvekirina bêyî darizandin a 72 kesan li Efganistanê, tawanbar kir.

Li gorî ku tora Russia Today belav kiriye, Neteweyên Yekbûyî (NY) dilgiraniya xwe têkildarî darvekirina endamên berê yên hêzên ewlekariyê yên Efganistanê û kesên girêdayî hikumeta berê nîşan da ku bêyî dadgehkirin ji aliyê tevgera Talîbanê ve hatine darvekirin.

Cîgira Komseriya Mafên Mirovan a Rêxistinên Navneteweyî, Neda Al-Neşif li pêşberî Meclisa Mafên Mirovan ragihand ku di mehên Tebax û Mijdarê de, li gorî çavkaniyên pêbawer, zêdetirî 100 endamên berê yên hêzên ewlekariyê yên Efganistanê û endamên hikumeta berê, hatine darvekirin.