Kanûn 15, 2021 11:00 Asia/Tehran
  • Daxwaza Serokê Komara Azerbaycanê ji bo berfirehkirina pêwendiyên bi NATOyê ra

Serokê Komara Azerbaycanê daxwaza berfirehkirina pêwendiyên vî welatî tev NATOyê kir.

Li gorî rapora Azertacê, Îlham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê roja Sêşemiyê di hevdîtina di gel Yêns Stûlênbêrg Sekreterê giştî yê NATOyê li Brûksselê, got: Hevahengiya leşkerî -operasiyonî navbera hêzên çekdar ên Komara Azerbaycanê û NATOyê berfireh dibe.

Îlham Eliyêv got: Komara Azerbaycanê hevkariya stratejîk di geê endamên NATOyê heye.

Serokê Komara Azerbaycanê her wiha di vê hevdîtinê da careke din avakirina korîdora Zengezorê li axa Ermenistanê ji bo girêdana tev komara xweser a Nexcewanê dubare kir.

Ev di halekî da ye ku Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê gotibû, Yêrîvan li dijî dayîna korîdorê bo Komara Azerbaycanê ji bo girêdana vî welatî bo Nexcewanê bi riya axa Ermenistanê ye.

 

 

Serepeyv