Kanûn 12, 2021 22:10 Asia/Tehran
  • Serokomarê Amerîkayê gef li Rûsyayê xwar

Serokomarê Amerîkayê gef li Rûsyayê xwar ku heger êrişî Ukarnya bike dê encamên wê ji bo Rûsyayê pir giran bibin û Rûsyayê jî got, daxuyaniyên bi dijminatî aloziyan kêm nake.

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden got, heger Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin êrişî Ukraynayê bike dê encamên vê yekê ji Rûsyayê re pir giran bibin. Her wiha got, welatê wî dê hîn zêdetirî hêzên amerîkî û NATO`yê bişîne da ku li hember êrişên Rûsyayê parastina Ukraynayê bike.

Her wiha berdevkê Kremlinê, Dmitry Peskov jî got, xîtabên bi dijminatî yên Amerîkayê aloziya di navbera Moskova û Waşîngtonê de kêm nake.

Rûsyayê herwiha îdiyayên dewletên Ewropayê yên têkildarî hêzên wê di hundirê sînorê Rûsyayê de tevdigerin derewandin û got ew gefan li tu aliyan naxwe.

Serepeyv