Kanûn 12, 2021 09:02 Asia/Tehran
  • Ji ber bahoza Amerîkayê herî kêm 50 kesana jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Kentucky(Kêntakî) a Amerîkayê Fermandarê vê eyaletê Andy Beshear got fikara wan ew e ku di bobeleta duh êvarê dest pê kiribû de herî kêm 50 kes miribin.

Li gor nûçeya CNNyê Parêzgar Andy Beshear di daxuyaniya nivîskî de got dibe ku ji ber bahoza li başûrê rojavayê eyaleta  Kentucky rabû, herî kêm 50 kes miribin.

Andy Beshear diyar kir ku herî zêde bajaroka Mayfîeldê û navçeya Gravesê di bandora ba û bahozê de man, weke alîkariya sereke ava vexwarinê bilez şandin herêmê.

Beshear herwiha destnîşan kir ku li bajaroka Mayfîeldê banê fabirqeyekê ketiye, dibe ku gelek kes ji ber wê miribin.

Li gor Rêveberiya Atmosfer û Oqyanusê ya Neteweyî li Amerîkayê li bajarên wekî Arkansas, Illinois, Kentucky, Missouri û Tennesseeyê herî kêm 24 bahoz rabûn. Rayedarên Arkansasê gotin ku li eyaletê 2 kes mirin.

Serepeyv