Dronên Haropê yên Rejîma Siyonîst radestî Komara Azerbaycanê hatin kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330509-dronên_haropê_yên_rejîma_siyonîst_radestî_komara_azerbaycanê_hatin_kirin
Komara Azerbaycanê bareke nû ya dronên Rejîma Siyonîst bi armanca pêkanîna memûriyetên sînorî wergirt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2021 09:44 Asia/Tehran
  • Dronên Haropê yên Rejîma Siyonîst radestî Komara Azerbaycanê hatin kirin

Komara Azerbaycanê bareke nû ya dronên Rejîma Siyonîst bi armanca pêkanîna memûriyetên sînorî wergirt.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Rastiyên Qefqazê, Rejîma Siyonîst ev çend sal in ku li Komara Azrebaycanê tevahiya çalakiyên xwe yên leşkerî û ewlehiyê di bin sîvana hêzên sînorvaniyê yên vî welatî da pêk tîne û bi awayekî serbixwe û rasterast di gel vê hêzê dixebite.

Beriya vêya Îlham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê mukur hat: Bakû ji sala 2016an va heta niha dronên Rejîma Siyonîst bi kar tîne.

Komara Azerbaycanê ji mezintirîn bikirên çek û amûrên leşkerî li cîhanê ye û vê dawiyê kirrîna çekan li vî welatî bi awayekî watedar zêdetir bûye.