Kanûn 05, 2021 22:32 Asia/Tehran
  • Biden û Putin wê roja sêşemê bicivin

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryar e roja sêşemê li ser zêdebûna nakokîya ser sînorê Rûsya û Ukraynayê gotûbêjan bikin, ku zêdekirina hêzên Rûsî ji alîyê welatên Rojavayê ve wekî nîşana dagirkirinê tê dîtin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov hevdîtin, roja şemiyê ji ajansa nûçeyan ya Interfaxê ra piştrast kir û got ku gotûbêj dê êvara Sêşemê pêk bê.

Qesra Spî jî di daxuyaniyekê da roja Şemiyê ev hevdîtin piştrast kir. Di daxuyaniyê da tê gotin ku Serok Biden dê roja Sêşemê, 7ê Kanûna 2021an, dê pêwendiyek vîdyoyî digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk bîne. Her du serok dê li ser gelek mijarên têkiliyên Amerîka û Rûsyayê gotûbêjan bikin, di nav da aramîya stratejîk, pirsgirêkên sîber/înternetê û yên herêmî. "Biden dê balê bikişîne ser nîgeranîyên Amerîkayê yên ser çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê ser sînorê Ukraynayê û piştgirîya Amerîkayê bo serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê dê dubare bike."

Şandina leşkerên zêde ser sînorê Ukaryînayê ji aliyê Rûsyayê vê heftîyê bû mijara civîna wezîrên derve yên NATOyê, ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hişyarî da Rûsyayê ku bihayê zêdekirina alozîyan dê giran be. 

Moskowa dibêje Amerîka û Ukrayna dibe ku êrişa xwe destpê bikin.

Serepeyv