Mijdar 30, 2021 16:19 Asia/Tehran
  •  NATO liv û tevgerên Rûsyayê yên nêzîkî sînorê Ukraynayê nîqaş dike

Wezîrên karên derve yên NATO`yê îro ji bo nîqaşkirina sewqiyatên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê, li hev dicivin. Ew bi fukarin ku leşkerên Rûsyayê derbasî nav axa Ukraynayê bibin.

Civîna wezîrên karên derve yên NATO`yê li paytexta Lîtvanyayê Rîgayê, li gel aloziya koçberên li ser sînorên Belarûs-Polonyayê tê lidarxistin. Welatên rojavayî Belarûsê bi derxistina wê aloziyê tawanbar dikin.

Her wiha welatên hanê dibêjin îhtimala operasyona Rûsyayê ji bo ketina nav Ukraynayê heye piştî ku hêzên xwe li ser sînor bi cih kirin û vê yekê ew xistine nev fukarên kûr.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di serdana hêzên NATO`yê yên li Lîtvanyayê de ji AFP`ê re got: “Niyetên Rûsyayê ne zelal in, lê ev cara duyemîn e ku sewqiyateke bi vî rengî ya hêzên Rûsyayê pêk tê.”

Stoltenberg her wiha got: “Em sewqiyatên mezin, balafirên keşfê, sîstema şerê elektronîk û bi deh hezaran leşkeran dibînin.”

Moskov dibêje ew plana destpêkirina êrişê nake û NATO’yê bi alozkirina rewşê tawanbar dike.

Dîplomatên NATO`yê jî dibêjin ku ew hîna ji niyetên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ne piştrast in, lê belê wezîrên karen derve dê planên awarte ji bo îhtimala destpêkirina operasyona Rûsyayê, nîqaş bikin.

Rayedar texmîn dikin ku di danûstandinan de mijara destekdayîneke zêdetir bo artêşa Ukraynayê û îhtimala xurtkirina hêzên NATO`yê, were nîqaşkirin.

Serepeyv