Elî Kerîmlî: Bi wajokirina lihevkirinameya Sûçiyê, mijara korîdora Zengezûrê bi dawî bûye
Serokê Partiya Bereya Gel a Komara Azerbaycanê mijara korîdora Zengezorê li gorî wajokirina lihevkirinameya Sûçiyê di navbera serokên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê bidawîhatî da zanîn.
Elî Kerîmlî, Serokê Partiya Bereya Gel a Komara Azerbaycanê di gotûbêja tev kanala Azerbaycan Saatî da got: Lihevkirinameya Sûçiyê piştrastkirina bendên daxuyaniyên berê yên 10ê Mijdara 2020î û 11ê Çileya 2021ê bû û danasîna wê wek serketin ji bo Komara Azerbaycanê nedurust e.
Serokê Partiya Bereya Gel a Komara Azerbaycanê got: Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê ji dirûşmeya avakirina korîdora Zengezorê li axa Ermenistanê ber bi Nexcewanê va ku ev çend meh bûn raya giştî bi wê mijûl kiirb û xapandibû, paş ve kişiya û heta carekê jî di civîna Sûçiyê da qala Korîdora Zengezorê nekir.
Di civîna serokên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê ku bi boneya salvegera wajokirina lihevkirina aştiyê ya Qerebaxê di roja 9ê Mijdara 2020î, roja înê li bendera Sûçiyê hat lidarxistin da, serokên sê welatan derbarê avakirina komîsiyonekê ji bo diyarkirina hêlên sînorî yên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bi alîkariya Rûsiyê û vekirina korîdorên veguhestinê li navçeyê û agirbesa tam li navçeya Qerebaxê li hev kir.
Di vî warî da, Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê gotibû ku mijara Korîdora Zengezorê ne îro û ne tu wextekî din dê nekeve rojevê.