Mijdar 27, 2021 15:15 Asia/Tehran
  • Pûtîn derheq lihevkirina Komara Azerbaycan û Ermenîstanê ji bo çareserkirina kêşeyan xeber da

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh di dawiya civîna sêalî ya ligel Serokomarê Azerbaycanê û Serokwezîrê Ermenistanê de ragihand ku Îlham Aliyev û Nîkol Paşînyan li ser çareserkirina nakokiyên xwe li hev kirine

Li gorî rapora IRNA`yê; Pûtîn di dawiya civîna sêalî ya ku êvara Înê li Soçiyê hat lidarxistin diyar kir ku hevdîtina bi Aliyev û Paşînyan ra kêrhatî û di wextê da bû û di dewamê de got: Di dawiya salê de ji bo danîna mekanîzên diyarkirina sînorê Ermenîstanê û Komara Azerbaycanê peymanek sê alî pêk hat.

Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku her du alî li ser rakirina astegiyan bona vekirina korîdorên veguheztinê li hev kirine û eşkere kir: "Ti astengî li pêşiya diyarkirina sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de nînin."

Pûtîn herwiha got, "Li gorî daxuyaniya belav bûyî, Aliyev û Paşînyan li hev kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî di zûtirîn dem de xebatên hevpar zêde bikin."

Wezareta karên derve ya Komara Azerbaycanê jî şeva Înê di raporekê de encamên civîna sêalî ya serokên Rûsiye, Azerbaycan û Ermenistanê li bajarê Soçî bi erênî nirxand.

Wezareta karên derve ya Komara Azerbaycanê amaje bi îmzakirina daxûyaniyek sêalî li vê hevdîtinê kir û got: Di vê belgenameyê de xalên ku helwesta Komara Azerbaycanê diyar dikin bi temamî hatine berçavgirtin.

Hevdîtinên di navbera serokên Rûsya, Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de di salvegera îmzekirina agirbesta li Qerebaxê de bi însiyatîfa aliyên rûsî hatin lidarxistin.

Serepeyv