Mijdar 17, 2021 19:46 Asia/Tehran
  • NY bang li Bakû û Êrîwanê kir ku xwe bertek nîşan bidin

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bang li Komara Azerbaycan û Ermenîstanê kir ku bi muzakereyan xwe ji zêdekirina rageşiyê li herêmê dûr bixin û xwe ragirin.

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bang li Komara Azerbaycan û Ermenîstanê kir ku bi muzakereyan xwe ji zêdekirina rageşiyê li herêmê dûr bixin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Ferhan Heq alîkarê berdevkê NY êvara sêşemiyê li civîneke rojnamevaniyê got: Rêxistina Netewên Yekgirtî bi nîgeranî raporên vê dawiyê yên derbarê tundûtûjiyê di navbera Bakû û Êrîwanê de dişopîne.

Ferhan Heq her wiha got, "Em dixwazin rê li ber vegerandina bilindbûna aloziyên ku berê hebûn bigirin."

Yêrêwanê û Bakûyê hevdu ji bo pevçûna nû sûcdar dikirin.

Di şerê roja Sêşemê de di navbera Ermenîstan û Komara Azerbaycanê de di navbera her du aliyan de agirbest hat ragihandin û di encamê de 15 leşkerên Ermenî hatin kuştin.

Serepeyv