Aloziya penaberên li ser sînorên Polonyayê zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330024-aloziya_penaberên_li_ser_sînorên_polonyayê_zêde_dibe
Polîsên Polonyayê îro ragihand ku wan cenazeyê ciwanekî sûrî li nêzîkî sînorê Belarûsê dîtiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2021 10:04 Asia/Tehran
  • Aloziya penaberên li ser sînorên Polonyayê zêde dibe

Polîsên Polonyayê îro ragihand ku wan cenazeyê ciwanekî sûrî li nêzîkî sînorê Belarûsê dîtiye.

Polîsên Polonyayê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku duh cenazeyê ciwanekî sûrî li daristanê li nêzîkî sînorê gundê Wolka Tiritşofksa hatiye dîtin. Her wiha anî ziman ku hê jî sedema mirina wî ciwanî ne diyar e.

Polonyayê gelek hêzên leşkerî û ewlehiyê li ser sînor belav kirin da ku rê li ber penaberan bigire.

Li ser sînorê Bêlarûsê û Polonyayê ji beriya çend hefteyan ve ji ber kombûna gelek penaberên ji welatên Rojhilata Navîn ku piraniya wan ji Herêma Kurdistanê ne, tevlihevî çêbûye.