Di Cejna Halloween de li Amerîkayê 12 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329776-di_cejna_halloween_de_li_amerîkayê_12_kes_hatin_kuştin
Ji eyaleta Kalîfornya(California) heta eyaleta Florîdayê, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Halûwîn (Halloween) de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2021 05:27 Asia/Tehran
  • Di Cejna Halloween de li Amerîkayê 12 kes hatin kuştin

Ji eyaleta Kalîfornya(California) heta eyaleta Florîdayê, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Halûwîn (Halloween) de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.

Li gor malperên CNN û Arşîva Tundiya Çekdarî ku li ser bûyerên çekdarî yên li Amerîkayê zanyariyan belav dike ragihand; ji eyaleta Kalîfornya heta eyaleta Florîdayê, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Halloween de êrîşên çekdarî rûdan û di encama êrîşan de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.

Van malperan herwiha ragihandine ku di sala 2021ê de li seranserê Amerîkayê 599 êrîşên bi vî rengî yên çekdarî rûdane û ev hejmar di sala 2020an de 611, di sala 2019an de jî 417 bû.