Li Endonezyayê 11 xwandevanên beşdarî paqijkirina çem bûn fetisîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329454-li_endonezyayê_11_xwandevanên_beşdarî_paqijkirina_çem_bûn_fetisîn
Li eyaleta Cava ya rojava ya Endonezyayê 11 xwandevanên beşdarî xebatên paqijkirina çem bûn di çem de xeniqîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê 11 xwandevanên beşdarî paqijkirina çem bûn fetisîn

Li eyaleta Cava ya rojava ya Endonezyayê 11 xwandevanên beşdarî xebatên paqijkirina çem bûn di çem de xeniqîn.

Rayedarên Endonezyayê ragehandin 150 xwandevanên dibistanên navîn li eyaleta Cava ya Rojava beşdarî paqijkirina çemê Cileueur bûne.

Hat ragehandin ji wan xwandevanan 21 kes ketine avê û ji bi xebatên tîmên rizgar kirinê ve 10 kes ji wan ji avê hatine rizgarkirin û ew rakirine nexwaşxaneyan, lê 11 xwandevan di nava avê de xeniqîne.

Serokê Ofîsa Rizgarkirin û Lêgerînê ya Bandung Deden Ridwansyah ragehand, roja bûyer pêkhatiye hewa gelek xweşbûye û çi metirsiya rabûna avê nebû, lê ew zarokên ku xeniqîne ji ber destê hevdu girtibûn û bernedabûn hemû bi hev re xeniqîne û me nakarîn wan rizgar bikin.