Li Norwecê êrişa bi tîr û kevanê, çend kes hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329400-li_norwecê_êrişa_bi_tîr_û_kevanê_çend_kes_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Li bajarokê Kongsberg ê Norwecê di encama êrişekê ya bi tîr û kevanê de çend kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li gor zanyariyan kesekê bi tîr û kevanê êrişî xelkê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2021 20:20 Asia/Tehran
  • Li Norwecê êrişa bi tîr û kevanê, çend kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li bajarokê Kongsberg ê Norwecê di encama êrişekê ya bi tîr û kevanê de çend kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li gor zanyariyan kesekê bi tîr û kevanê êrişî xelkê kir.

Li bajarokê Kongsberg ku 80 kîlometre dikeve başûr rojavayê Osloya paytexta Norwecê, îro saet 18.30, kesekê bi tîr û kevanê êrişî xelkê kir.

Li gor zanyariyên ku Rêveberê Polîsê Kongsbergê Oeyvind Aas ji Reutersê re ragihandine, li ser wê êrişê kesek hatiye girtin.

Rêveberê Polîsê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de zanyariyek neda, lêi medyaya xwecihî diyar kir ku gelek ambulansan bo wê deverê hatine şandin.

Her li gor zanyariyên medyaya xwecihî, kesê êrişkar ji nav marketa Coop Extra a dikeve rojavayê Kongsbergê bi tîr û kevanê êrişî xelkê kir.

Heta niha jî derbarê hejmara kuştî û birîndarên ji ber wê êrişê, zanyariyek fermî nehatiye belavkirin.