Xwendekarekî li zanîngeheke Rûsyayê di êrîşeke çekdarî de 8 kes kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328949-xwendekarekî_li_zanîngeheke_rûsyayê_di_êrîşeke_çekdarî_de_8_kes_kuştin
Komîteya Lêpirsîna Rûsyayê ragehand, li zanîngeha Perm xwendekarekî êrîşeke çekdarî pêkaniye û herî kêm 8 kes kuştin û birîndar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2021 04:41 Asia/Tehran
  • Xwendekarekî li zanîngeheke Rûsyayê di êrîşeke çekdarî de 8 kes kuştin

Komîteya Lêpirsîna Rûsyayê ragehand, li zanîngeha Perm xwendekarekî êrîşeke çekdarî pêkaniye û herî kêm 8 kes kuştin û birîndar kirin.

Li gor daxuyaniya Zanîngeha Perm duh, di avahiya zangehê de kesekî çekdar gulle li derdorê rêşandine, karmend û xwandekaran jî di polên zanîngehê de xwe veşartine.

Li gor dîmenên di çapemeniya Rûsî de cîh girtine, kesên ku di avahiyê de ne xwe ji pencereyan avêtine xwarê û dixwazin birevin, hin ji wan li pêş deriyên polên zanîngehê bi kursiyan asteng çêkirine.

Wezareta navxwe jî ragehand, di êrîşê de kuştî û birîndar hene û piştî bûyerê demekî kurt êrîşkar hatiye kuştin.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî ragehand, di êrîşa çekdarî ya li Zanîngeha Perm, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Hat ragehandin êrîşkarê ku xwandevanê heman zanîngehê ye hatiye bê bandor kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.