Parlamena Lîbyayê qanûna hilbijartina serokê dewletê erê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328762-parlamena_lîbyayê_qanûna_hilbijartina_serokê_dewletê_erê_kir
Şêwirmendê ragihandiniê yê serokê Parlamena Lîbyayê Fethî El-Merîmî got, Eqîle Salih qanûna 1 a 2021`ê ya têkildarî hilbijartinên serokê dewletê û diyarkirina peywirên wî erê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2021 04:47 Asia/Tehran
  •  Parlamena Lîbyayê qanûna hilbijartina serokê dewletê erê kir

Şêwirmendê ragihandiniê yê serokê Parlamena Lîbyayê Fethî El-Merîmî got, Eqîle Salih qanûna 1 a 2021`ê ya têkildarî hilbijartinên serokê dewletê û diyarkirina peywirên wî erê kir.

Şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamentoya Fethî El-Merîmî diyar kir ku serokê parlamentoyê Eqîle Salih qanûna 1 a 2021`ê erê kir. Ev qanûn têkildarî hilbijartinên serokê dewletê û diyarkirina peywirên wî ye. Qanûn pêşkêşî komseriya bilind a hilbijartinan, şandeya NY`yê ya Lîbyayê û tevahiya aliyên girêdayî Lîbyayê ne hate kirin.

Duh, parlamentoya Lîbyayê rûniştina lêpirsîna hikumeta yekitiya niştimanî ya demkî li ser kar û xebata wê berdewam kir. Serokê hikumetê Ebduhemîd Debîbe diyar kir ku ew amade ye di dosyayên cûda de tevkariya parlamentoyê bikin, bi şertê ku bingeh û pîvanên têkiliyan zelal bin û kar û bar di çarçoveya sîstemê de bi rê ve biçin.

Her wiha got, hikumeta wî amade ye ku têkildarî pereyên ku hatine xerçkirin û bi çi awayî hatine bikaranîn zelal bike û daxuyand ku 250 milyon dînar ji bo wezareta hikumeta xwecehî hatiye veqetandin û milyar û 200 milyon dînar ji bo wezareta tenduristiyê hatiye veqedandin.