Taliban dibêje Pencşîrê di destê wê de ye, lê Hêzên Ehmed Mesûd wê red dike
Koma Talibanê kontrolkirina tevahiya Wilayeta Pencşîrê ragihand û Bereya Ehmed Mesûd vê yekê red dike û dibêje, şer û berxwedan li Pencşîrê hêj berdewam e.
Berdevkê Tevgera Talibanê Zebîhullah Mucahid dibêje: “Encama hewldana me ya dawî bo anîna aramî û asayîşê li tevahiya welat hebû, Wilayeta Pencşîr bi tevahî hat azadkirin û hat bin kontrola Îmareta Îslamî.”
Zebîhullah Mucahid li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa şerê van çend rojên bihorî dike û dibêje: “Li Pencşîr hejmarek serhildêr hatin kuştin û hejmarek ji wan jî reviyan.”
Mucahid xelkê Pencşîrê piştrast dike ku Taliban bi yek çavî temaşeyî xelkê xwe dike, di navbera wan de cudahiyê nake û dibêje: “Bi vî serkevtinê me welatê xwe ji nav tevlîheviya şer derxist û jiyana xelkê jî azad, serbixwe û aram dibe.”
Lê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Bereya Berxwedana Niştimanî daxuyaniya Talibanê ya derbarê kontrolkirina tevahiya Pencşîrê red dike.
Elî Meysem Nezerî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Bereya Berxwedana Niştimanî (NRF) îro Duşem 6ê Îlona 2021an li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye: “Îdiaya dijminên êrişkar derbarê kontrolkirina Pencşîrê nedirist e. Hêzên Berxwedana Niştimanî di biryargehên xwe de ku ji berê ve hatibûn çêkirin, amade ne û ji şeva bihorî ve heta niha şer di cihên cuda de berdewam e. Xelkê Efxanistanê piştrast bin ku berxwedan heta gihîştina bi azadî û dadperweriyê, bi hêviya Xwedê dê berdewam be.”
Di 48 saetên borî de şerekî dijwar di navbera Koma Taliban û çekdarên Bereya Berxedana Niştimanî ya bi Serokatiya Ehmed Mesûd de berdewam bûye. Duh berdevkekî din ê Talibanê Bilal Kerîmî ji medyaya Amerîkî re ragihandibû ku di wan rûbirûbûnan de zerareke zêde gihiştiye çekdarên Ehmed Mesûd.
Du çavkaniyên girêdayî Bereya Berxwedanê ya Pencşêr gotin ku berdevkê vê bereyê Fehim Deşti û General Wadud di êrişa balafirên bê mirov ên Pakistanê de ku alîkariya Taliban dikin hatin kuştin. Li gorî van çavkaniyan, di şerê vê dawiyê yê wilayeta Pencşêrr de, hêzên taybet ên Pakistanî ku bi vê parêzgehê nasyar in û nexşeya herêmê jî hene, ji hewayê ve êrîş birin ser hêzên berxwedanê.