Li Amerîkayê ji ber barîna barana zêde lehî rabûn û gelek kesan canê xwe ji dest dan
Îlon 02, 2021 18:58 Asia/Tehran
Li bajarê New York ê Amerîkayê ji ber barîna baranên zêde lehî rabûn û rewşa awarte hat ragehandin. Li eyaletên New York û bajarê Passaic ê ser bi eyaleta New Jersey jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsê New Yorkê ragehand, ji ber lehî û bakurofe li eyaleta New Yorkê gelek ziyan û zisar çêbûne 7 kesan ji wan zarokekê jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha şaredarê Passaic Hector Lora jî ragehand, bajarê Passaic ji ber barîna baran gelek ziyan dîtiye û kesek bi wesayîta xwe ve di bin avê de maye û jiyana xwe ji dest daye.
Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio jî li ser tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, ji ber barîna zêde ya baranê li New Yorkê rewşa awarte hatiye ragehandin.