Wezîrên Navxwe yên YE derbarê Efxanistanê de dicivin
Wezîrên Navxwe yên Yekîtiya Ewropayê, ji bo gotûbêjkirina rewşa Efxanistanê îro li Bruksela paytexta Belcîkayê dicivin, bi taybetî derbarê rewşa penaberên Efxan û metirsiya wan de bo ser welatên Ewropî.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Piştî Efxanistan ji aliyê Tevgera Talibanê ve hat kontrolkirin, koça xelkê wî welatî dest pê kir bi taybetî yên ligel hêzên biyanî kar dikirin.
Berî niha Komisyona Paneberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî UNHCR ragihandibû ku ji ber rewşa xirab a emnî eger heye heta dawiya 2021ê, nêzîkî nîv milyon Efxan ji Efxanistanê derkevin.
Roja 15ê Tebaxê Talibanê Kabula paytexta Efxanistanê kontrol kir. Piştre bi hezaran Efxan ên ligel hêzên NATOyê kar dikirin, ji aliyê Amerîka, Ewropa û welatên din ên endamên NATOyê ve bi rêya Firokexaneya Kabulê ji Efxanistanê hatin derxistin, lê hejmareke zêde jî hêj li benda derketinê ne, tevî ku Amerîka roja Duşemê leşkerê xwe yê dawî ji wî welatî derxist.
Bidawîhatina proseya vekişîna hêzên Amerîkî û welatiyên sivîl ji Efxanistanê rojek berî vê rojê tê ku Serokê Amerîkayê Joe biden destnîşan kiribû û gotibû heta 31ê Tebaxê, dê hemû serbazên Amerîkî ji Efxanistanê bên vekişandin.