Prof. Dr. Nadir Nadirov zanayê navdarê kurd koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328458-prof._dr._nadir_nadirov_zanayê_navdarê_kurd_koça_dawî_kir
Zana û rewşenbîrê navdarê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov koça dawiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2021 10:11 Asia/Tehran
  •  Prof. Dr. Nadir Nadirov zanayê navdarê kurd koça dawî kir

Zana û rewşenbîrê navdarê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov koça dawiyê kir.

Rojnamevan û nivîskar Hejarê Şamil ji K24ê re ragihand, Prof. Dr. Nadir Nadirov demek dirêj nexweş bû, zêdeyî mehekê bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Îro li paytexta Qazaxistanê, Nûr-Sultan (Astane) koça dawiyê kir

Herwiha bûka Nadirov, Narîn Nadirova jî li ser hejmara xwe yê Twitterê nûçeya Prof. Dr. Nadir Nadirov belav kir û nivîsî: “Mixabin min îro bavê xwe winda kir.”

Nadir Nadirov kî ye:

Nadir Nadirov 6 Çileya 1932 li Nexçîvan ji dayîk bû.

Di sala 1933 an de bi malbata xwe re ji bo Qazaxistanê hat sirgûnkirin. Ew Serokê Komela Kurd (Berbang) li Qazaxistanê û Cîgirê Yekem ê Akademiya Endezyariya Qazaxistanê bû.

Di heman demê de, wî wekî Rêvebirê Navenda Zanistî ya Petrolê kar kir. Di sala 1992 de, wî hesabên dersînorkirina kurdên Yekîtiya Sovyeta berê di salên 1930an û 1940an de pêşkêşî raya giştî kirin..

Nadirov ku sernavê profesor wergirtiye, li Qazaxistanê wek "Mareşalê Gaz û Neftê" hat ragihandin.

Di sala 2010an de jî, Şêwirmendê Serokomarê Qazaxistanê bû.