Li Meksîkayê êrîşek li hember malekî pêkhat û 8 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328178-li_meksîkayê_êrîşek_li_hember_malekî_pêkhat_û_8_kes_hatin_kuştin
Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê duh di malekî ku ahengekî keyfxweşiyê lê dihate kirin de êrîşeke çekdarî pêkhat û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragehandin polîs li dû êrîşkaran digere.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2021 06:39 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê êrîşek li hember malekî pêkhat û 8 kes hatin kuştin

Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê duh di malekî ku ahengekî keyfxweşiyê lê dihate kirin de êrîşeke çekdarî pêkhat û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragehandin polîs li dû êrîşkaran digere.

Li taxa Santa Maria ya ser bi navçeya Irapuato ya eyaleta Guanajuato, 3 kesên ku çekbidest êrîşî maleke ku ahengekî keyfxweşiyê li dihate kirin pêkanîn.

Li ser agahdar kirina polîs hêzên ewlehiyê diçin cîhê bûyerê û dibînin ku yek jê jin, 8 kes li wê derê hatine kuştin.

Li gor agahiyên ku şahidên bûyerê dane polîs, êrîşkar 3 kes bûne û piştî bûyerê li kamyoneteke sor siwarbûne û reviyane.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kirin.

Eyaleta Guanajuato li Meksîkayê yek ji eyaletên herî zêde hebûna çeteyan lê heyî ye.