Li Almanya li karistaneke kîmyewî teqînek mezin pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327893-li_almanya_li_karistaneke_kîmyewî_teqînek_mezin_pêk_hat
Teqîneke bihêz li karistaneke kîmyawî li Almanyayê pêk hat ku di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes jî wenda bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2021 15:45 Asia/Tehran
  • Li Almanya li karistaneke kîmyewî teqînek mezin pêk hat

Teqîneke bihêz li karistaneke kîmyawî li Almanyayê pêk hat ku di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes jî wenda bûne.

Li gorî ragihandina televîziyona almanî ya WDR, îro  27.07.2021ê li karistana kîmyayî ya Bayerê li bajarê Leverkuzenê teqînek pêk hatiye.

Ji ber vê teqînê dûkeleke tarî bi ser asmanê bajêr de bilind bûye û berpirsan daxwaz ji xelkê kirine di malên xwe de bimînin û ji malên xwe dernekevin. Herwiha derî û pencereyên malên xwe bigirin çûnku muhtemele gazên jehrîn li deverê balav bibe.

Polîsê bajarê Leverkusen got ku ew ser vê bûyerê lêkolîn dikin û hemî rêyên diçin cihê bûyer girtine.

Herwuha heta niha sedema wê teqînê nayê zanîn û ligor zanyariyên destpêkê 2 kes bi giranî birîndar bûne û 5 kes jî wenda bûne.