Li Hindîstanê hejmara kesên ji ber lehî û hezazê jiyana xwe ji dest dane geheşt 136 kesan
Li eyaleta Maharaştra ya Hindîstanê ya di bin bandora baranên musonê de, lehî û hezazên ku pêkhatin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan geheşt 136 kesan.
Wezîrê alîkarî û rehabîlîtasyonê yê Maharaştra Vijay Wadettiwar ragehand, heta duh êvari hejmara kesên ku di lehî û hezazan de jiyana xwe ji dest dane hejmara wan geheştiye 136 kesan.
Vijay Wadettiwar ragehand, rewş naha di bin kontrolê de ye û ji bo herêmên ku ji barîna baranê bi bandor bûne hewl tê dayîn amûrên alîkariyê bên gehandin.
Ji aliyê din ve hat ragehandin, balefirên neqlê yên ser bi Hêzên Esmanî yên Hindîstanê jî di xebatên lêgerîn û rizgar kirinê de cîh digrin.
Yek ji berpirsên eyaleta Maharaştra yê bi navê Sagar Pathak jî duh ragehandibû ji ber barîna baranan 47 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî winda bûne.
Ji ber barîna baranên tund li Mumbai jî erd şimitîbû û hezaz pêkhatibû û 29 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.