Li Hindîstanê ji ber hezazê 5 mal hilweşiyan û 20 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327713-li_hindîstanê_ji_ber_hezazê_5_mal_hilweşiyan_û_20_kes_mirin
Li Mumbay ya paytexta fînansa Hindîstanê duh ji ber barîna baranên tund ên musonê hezaz pêkhat û 5 mal hilweşiyan û 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2021 04:55 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê ji ber hezazê 5 mal hilweşiyan û 20 kes mirin

Li Mumbay ya paytexta fînansa Hindîstanê duh ji ber barîna baranên tund ên musonê hezaz pêkhat û 5 mal hilweşiyan û 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li dorbajêr a rojhilatê Çemburê 5 mal di bin hezazê de man û ji xirbeyan termê 12 kesan hate derxistin.

Tîmên rizgar kirinê li cîhê bûyerê xebatên xwe berdewam dikin. Herwaha li heman herêmê ji ber şimitîn û hezazê cuda jî 8 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Serokwezîr Narendra Modi jî li ser tora xwe ya civakî ji peyamekê serxweşiyê li mirovên qurbaniyan kir.  

Li Hindîstanê di mehên Hezîran û Îlonê de demsala barîna baranên muson û gelek avahî hildiweşin.