Vegeriyana Îranê bo Bazara petrolê piştî vejiyandina Peymana Navokî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326775-vegeriyana_Îranê_bo_bazara_petrolê_piştî_vejiyandina_peymana_navokî
Alîkarê Serokwezîrê Rûsiyê û Sergêrê beşa Enêrjiyê ya vî welatî qala vegeriyana beşeka petrola Îranê bo bazara petrolê piştî vejiyandina Peymana Navokî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 03, 2021 13:35 Asia/Tehran
  • Vegeriyana Îranê bo Bazara petrolê piştî vejiyandina Peymana Navokî

Alîkarê Serokwezîrê Rûsiyê û Sergêrê beşa Enêrjiyê ya vî welatî qala vegeriyana beşeka petrola Îranê bo bazara petrolê piştî vejiyandina Peymana Navokî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Elêksandêr Nuak (Alexander Novak), Alîkarê Serokwezîrê Rûsiyê û Sergêrê beşa Enêrjiyê ya vî welatî bi gotina vêya ku vegeriyana Îranê bo Bazara Petrolê di havîna 2021ê da pêkan e, got: Ev mijar ji gelek hêlan va rasterast girêdayî bi Îranê bi xwe ji wan şiyanên teknîkî û amadetiya wê ye.

Wî got: Ev divê vê yekê binirxînin ku asta beşdariya Îranê di bazara petrolê da piştî vejiyandina Peymana Navokî dê çawa bandorê li vê bazarê bike.

Civîna duyem a piştî dora pêncem a Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî li pey zêde ji hefteyekê gotûbêjên giştalî di çarçovên dualî û çendalî di warên cûrbicûr da, çarşemiyê bi şev li Grand Hotela Viyenê hat lidarxistin.