Ji ber teqîna volkanîk a li çiyayê Nyiragongo li Kongoyê 15 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326578-ji_ber_teqîna_volkanîk_a_li_çiyayê_nyiragongo_li_kongoyê_15_kes_mirin
Li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber teqîna çiyayê volkanîk ê Nyiragongo 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2021 20:17 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna volkanîk a li çiyayê Nyiragongo li Kongoyê 15 kes mirin

Li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber teqîna çiyayê volkanîk ê Nyiragongo 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fona Alîkariyên Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF), li rojhilatê welat ji ber çiyayê agir û volkanîk ketiye tevgerê herî kêm 25 hezar şêniyên deverê naçar mane ji cîhên xwe derkevin.

Herwaha hat ragehandin şeva şemiyê ji ber teqîna volkanîk li gor agahiyên destpêkê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Çiyayê Nyiragongo wek çiyayê herî aktîf ê volkanîk tê nîşandan û ji ber teqîna volkanîk 5 hezar kes derbasî welatê Ruandayê bûne.