May 19, 2021 15:28 Asia/Tehran
  • Lavrov bi Blinken re dozên dualî û navneteweyî nîqaş dikin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya. Tê gotin her du alî der barê bernama nukleerî ya Îranê, şerê Rejîma Siyonîst li dijî Filistînê û dozên dualî û navneteweyî nîqaş dikin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, dê ajandeyên danûstandinên di navbera her du wezîran de giştî bin û têkildarî dozên dualî û navneteweyî bin.

Ryabkov wiha dewam kir: “Dê her du alî şerê Îsraîî-Filistînê, rewşa Rojhilata Navîn bi giştî, bernama nukleerê ya Îranê û pêkanîna plana xebatên giştî û hevbeş, nîqaş bikin.”

Ryabkov her wiha dauxyand ku ev yekemîn peywendiya rasterast di navbera her du aliyan de ye û beriya wê peywendiya telefonê pêk anîbûn.

Serepeyv