Wezîrê karên derve yê Pakistanê bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326407-wezîrê_karên_derve_yê_pakistanê_bo_tirkiyê
Wezîrê karên derve yê Pakistanê di dewama hewildanên dîplomatîk ên Îslam Abadê jibo hevgirtina civaka navneteweyî jibo şermezarkirina cinayetên Rêjîma Siyonîst çû Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2021 09:07 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Pakistanê bo Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Pakistanê di dewama hewildanên dîplomatîk ên Îslam Abadê jibo hevgirtina civaka navneteweyî jibo şermezarkirina cinayetên Rêjîma Siyonîst çû Tirkiyê.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Îslam Abadê, Şah Mehmûd Qureyşî, Wezîrê karên derve yê Pakistanê berbanga îro li ser fermana Imranxan Serokwezîrê vî welatî bi memûriyeta dîplomatîk a berfireh û şermezarkirina navneteweyî derbarê rewşa xedar a li Filistînê berê xwe daye Tirkiyê.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, Ew biryar e ku tevî hevdîtina bi hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî û gotûbêja derbarê alûgorên vê dawiyê li Zîvala Xezeyê, hevrê digel wezîrê derve yên Sûdan, Filistîn û Tirkiyê here New Yorkê.

Zêde ji 200 kes ji xelkê  bêguneh ê Filistînê ji wan 58 zarok di encama êrîşên vê dawiyê yên Rêjîma Siyonîst da şehîd bûne.