Li Hindîstanê ji ber bakurofeyê 6 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326383-li_hindîstanê_ji_ber_bakurofeyê_6_kes_mirin
Hindîstan ji aliyekê ve ji ber vîrusa koronayê dinale û naha jî ji ber bakurofeya demsalê ya yekem de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2021 16:13 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê ji ber bakurofeyê 6 kes mirin

Hindîstan ji aliyekê ve ji ber vîrusa koronayê dinale û naha jî ji ber bakurofeya demsalê ya yekem de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Hindîstanê duh li peravên rojava bakurofe rabû û ji ber wê jî gelek cîh di bin avê de man, mal hilweşiyan, dar şikestin û xetên elektrîkê qutbûn.

Li gor agahiyên destpêkê ji ber bakurofeyê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin leza ba ya di saetekê de geheştiye 140 kîlometran û ba ber bi bakur ve diçe.

Hat ragehandin dibe ku eyaleta Gujeratê di bin bandora bakurofeya Siklon de bimîne.

Ji aliyê din ve ji bo eyaleta Gujeratê hişyariya karesatê hate dayîn û hat ragehandin dibe ku leza ba di saetekê de bigehe 175 kîlometran.