Ermenistanê hêzên Komara Azerbaycanê bi destdirêjiya ser xaka xwe Tawanbar kirin
Eremenistanê hêzên Komara Azerbaycanê bi derbaskirina sînorên başûr û hewldana dagirkirina parçeyekî xaka Ermenitanê tawanbar kir. Fransayê jî banga vekişînê li Komara Azebaycanê kir.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan duh got ku artêşa Komara Azerbaycanê “destdirêjî” li sînorên welatê xwe kiriye û dixwaze herêmên nû dagir bike.
Paşniyan di civîneke awarte ya Meclisa Ewlehiya Neteweyî de teqez kir ku hêzên Komara Azerbaycanê 3 km derbasî hundirê xaka Ermenistanê bûne û dixwazin gola Sêvan dorpêç bikin.
Paşniyan “destdirêjiya” li ser xaka Ermenistanê şermezar kir û destnîşan kir ku artêşa welatê wî bi tevgerên taktîkî yên guncaw bersiv daye.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî duh pêncşemê bang li hêzên Komara Azerbaycanê kiribû ku ji xaka Ermenistanê vekişin.