Li Meksîkayê pir a metro ji ser derbas dibû hilweşiya û 23 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326086-li_meksîkayê_pir_a_metro_ji_ser_derbas_dibû_hilweşiya_û_23_kes_mirin
Li paytexta Meksîka, Meksîkoyê pira jor a metroyê li gel trenekê ku ji ser re derbas dibû hilweşiya û di bûyerê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 17:55 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê pir a metro ji ser derbas dibû hilweşiya û 23 kes mirin

Li paytexta Meksîka, Meksîkoyê pira jor a metroyê li gel trenekê ku ji ser re derbas dibû hilweşiya û di bûyerê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li rawesteka Olivos a Meksîkoyê ya paytexta Meksîkayê beşek ji riya hesinî hilweşiya.

Rayedaran ragehandin ku vagonên trenê li gel pirê hilweşiyaye û li ser wesayîtên li xwarê de hatiye xwarê.

Di bûyerê de heta naha 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 49 kes jî rakirine nexwaşxanan.

Hat ragehandin gelek ambulans û tîmên agirkuj geheştine cîhê bûyerê û xebatên xwe berdewam dikin.

Derbarê sedema hilweşîna pirê de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.