Amerîka û NATO derxistina hêzên xwe ji Efganistanê dane despêkirin
NATO û Amerîkayê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li Efganistanê kirin.
Fermendarê hêzên NATO û Amerîka yên li Efganistanê General Austin Scott Miller got ku her çiqas vekişandina fermî dê di 1’ê Gulanê de destpê bikira jî wan jiber hin tedbîran dest bi vekişînê kiriye.
Serokomarê Amerîka Joe Biden hefteya borî dîyar kiribû ku temamê leşkerên Amerîkayê dê heta 11’ê Îlonê vekişin ku ew salvegera 20’an ya êrîşên terorî yên dijî Amerîka ye.
General Miller da zanîn ku ewê bi vekişînê re hemî bingeh û kelûpelên leşkerî bidin hêzên ewlekarî yên Efgan.
Koma Talîbanê dîyar kiribû ku divê hemî leşkerên bîyanî yên li Efganistanê heta 1’ê Gulanê vekişin û dabû zanîn ku ger wisa nebê ewê ‘’hemî tedbîrên pêwîst’’ ragihînin.
Miller got ku ger Talîban êrîşî leşkerên Amerîka û NATO bike ewê bersiveke tund bidin.Li gor hejmarên fermî li Efganistanê 2500 leşkerên Amerîkî û 7500 leşkerên NATO yên ji welatên din hene.