Nîsan 25, 2021 17:54 Asia/Tehran
  • Nîkol Paşinyan, Serokwezîrê Ermenistanê îstîfa kir

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, ji erka xwe istîfa kir da ku hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext li welêt werin lidarxistin.

Nîkol Paşinyan di peyama xwe ya îstîfakirinê de wiha got: "Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên ne-asayî di 20`ê Hezîranê de li welêt werin lidarxistin, ez îstîfa dikim."

Paşinyan ragihandibû ku hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext li Ermenistanê di 20`ê Hezîrana 2021`an de dê werin lidarxistin û destnîşan kiribû ku ew ê di Nîsanê de bi awayekî fermî ji erka xwe îstîfa bike.

Serepeyv