Nîsan 25, 2021 09:37 Asia/Tehran
  • Sipasiya Ermenistanê ji helwêsta Amerîkayê derheqê tevkujiya ermeniyan

Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê ji biryara Joe Biden serokomarê Amerîkayê derbarê bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan pêşwazî kir.

Li gorî rapora France Pressê ji Yêrîvanê, Nîkol Paşîniyan li ser Facebook'a xwe sipasiya serokomarê Amerîkayê ji ber tiştê ku wek karekî pirr baş jibo dadmendî û rastiya dîrokî da zanîn, kir. Li gorî gotina serokwezîrê Ermenistanê ev karê Biden piştgiriyeka mezin ji bicihmayiyên goriyên tevkujiya ermeniyan e.

Joe Biden roja Şemiyê tevkujiya ermeniyan bi fermî nas kir û bi awayî yekem serokomarê Amerîkayê ye ku helwêsta Ermenistanê derbarê kuştina miliyonek û nîv ermeniyan ji aliyê osmaniyan va di sala 1915an bi fermî nas dike.

Heta niha zêde ji 20 welatan tevkujiya ermeniyan bi fermî nas kirine.

24ê Nîsanê salvegera tevkujiya ermeniyan ji aliyê osmaniyan va ye. Karê ku ermenî wek Jenosayd bi nav dikin. Lê Tirkiye wê yekê red dike.

 

Serepeyv