Şer û pevçûn li rojhilatê Ukraynayê: Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325544-Şer_û_pevçûn_li_rojhilatê_ukraynayê_kuştî_û_birîndar_hene
Li Ukraynayê di encama topbarana ku ji aliyê grûpên cûdaxwaz ên ser bi Rûsyayê ve hat kirin, leşkerek hat kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2021 06:05 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûn li rojhilatê Ukraynayê: Kuştî û birîndar hene

Li Ukraynayê di encama topbarana ku ji aliyê grûpên cûdaxwaz ên ser bi Rûsyayê ve hat kirin, leşkerek hat kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.

Li rojhilatê Ukraynayê rewş di navbera hêzên hikûmetê û grûpên cûdaxwaz de aloztir bûye û li gor amarên hikûmetê tenê îsal 27 leşkerên Ukraynayê li wê herêmê hatine kuştin.

Li rojhilatê Ukraynayê sala 2020an bi giştî derdora 14 leşker di şer, pevçûn û topbaranan de hatibûn kuştin.

Di çend heftiyên derbasbûyî de li rojhilatê wê welatî êrîş tundtir bûne û Rûsyayê jî artêşa xwe li ser sînor belav kiriye.

Ji 2014an ve di navbera cûdaxwazên ser bi Rûsya û artêşa Ukraynayê li rojhilatê Ukrayna de şer berdewam e piştî ku Moskowê dest danî ser nîvçe grava Kirimê.

Heta niha derdora derdora 14 hezar kes di wî şerî de hatine kuştin.