Li Rûsyayê helîkoptereke hawargihandinê ket û kesekî jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325177-li_rûsyayê_helîkoptereke_hawargihandinê_ket_û_kesekî_jiyana_xwe_ji_dest_da
Li herêma Kaliningradê ya Rûsyayê ji ber ketina helîkoptera cureya Ka-32 ya ji bo karên hawargihandinê kesekî jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2021 08:08 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê helîkoptereke hawargihandinê ket û kesekî jiyana xwe ji dest da

Li herêma Kaliningradê ya Rûsyayê ji ber ketina helîkoptera cureya Ka-32 ya ji bo karên hawargihandinê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor ajansa nûçeyan a Rûsî TASS, Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragehandiye, helîkoptera curaya Ka-32 li herêma Kaliningrad dema firênên perwerdê dikir, ketiye behra Baltik.

Hat ragehandin di bûyerê de ji 3 kesên di helîkopterê de bûne, kesekî ji wan jiyana xwe ji dest daye.

Tê pêşbînî kirin bûyer ji ber têkçûneke teknîk û xetayê balefirvan pêkhatibe.

Di sala ku derbas bû de jî 3 helîkopterên leşkerî û sivîl ketin erdê ku di encamê de gelek kesên têda jiyana xwe ji dest dan.