Lavrov: Êdî me tu têkiliyek bi Yekîtiyav Ewropayê ra tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325120-lavrov_Êdî_me_tu_têkiliyek_bi_yekîtiyav_ewropayê_ra_tune
Li pey zêdebûna kêşeya navbera Rûsiye û Yekîtiya Ewropayê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand ku êdî tu têkiliyeka vî welatî tev Yekîtiya Ewropayê nemaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2021 10:33 Asia/Tehran
  • Lavrov: Êdî me tu têkiliyek bi Yekîtiyav Ewropayê ra tune

Li pey zêdebûna kêşeya navbera Rûsiye û Yekîtiya Ewropayê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand ku êdî tu têkiliyeka vî welatî tev Yekîtiya Ewropayê nemaye.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand: Piştî ku Brûkselê pêwendî ji nav bir, Rûsiyê êdî tu têkiliyek tev Yekîtiya Ewropayê wek rêxistinekê tune.

Sêrgêyî Lavrov got: Heke demekê Yekîtiya Ewropayê amade be vê kêşeya di têkiliyan da rake, Rûsiye dê amade be ku hewil bide pêwendiyên tev vê yekîtiyê xurt bike.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand: Rûsiye û Çîn boykotên Ewropa û welatên rojavayî napejirînin. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bi hilêxistina tawana destwerdana Rûsiyê di pevçûnên

rojhilatê Ukraynê û dagirkirina Kirîmeyê ji aliyê Moskoyê va, hin boykotên aborî dijî Rûsiyê sepandine ku tûşî berteka Rûsiyê bûye.