Adar 18, 2021 23:56 Asia/Tehran
  • Li Efganîstanê ji ber ketina helîkopterekê û teqîna bombekê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Meydan Werdek a Efganîstanê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 ket xwarê û 4 karmendên helîkopterê û 5 leşkerên din ên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta berevaniya Efganîstanê ragehand, li navçeya Behsud a ser bi parêzgeha Meydan Werdekê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 a hêzên esmanî ya Efganîstanê ketiye xwarê.

Herwaha hat ragehandin di bûyerê de 4 karmendên helîkopterê û 5 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane û ji ber pêkhatina wê bûyerê lêpirsîn destpê kiriye.

Ji aliyê din ve berdevkê hêzên ewlehiya paytexta Efganîstanê Kabulê Ferdews Feramerz ji çapemeniyê re ragehand, li herêma Xêrxane ya Kabulê otobûsa ku fermanberên dewletê tê de bûn rastî êrîşeke bombeyî hatiye.

Feramerz got, di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Ev êrişana di rewşekê de ne ku nûnerên koma Talîban û Hikûmeta Efganistanê li paytexta Rûsyayê miskowê ji bo lihevkirina ser agirbestê û damezrandina aştiyê gotûbêjê dikin.

Serepeyv