Li Qerexa Acê di 8 mehan de du serokwezîr mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324894-li_qerexa_acê_di_8_mehan_de_du_serokwezîr_mirin
Li Qerexa Acê* Serokwezîr Hamed Bakayoko ji ber qansêrê mir. Bi vê yekê tiştek wisa derket holê: Di 8 mehan de du serokwezîr dema li ser kar bûn ji ber nexweşiyê mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2021 05:46 Asia/Tehran
  • Li Qerexa Acê di 8 mehan de du serokwezîr mirin

Li Qerexa Acê* Serokwezîr Hamed Bakayoko ji ber qansêrê mir. Bi vê yekê tiştek wisa derket holê: Di 8 mehan de du serokwezîr dema li ser kar bûn ji ber nexweşiyê mirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di Tîrmeha borî Serokwezîrê Qeraxa Acê Amadou Gon Coulibaly ji ber qeyrana dil miribû. Paşê Hamed Bakayoko hat cihê wî. Piştî mehan ew jî nexweş ket û rakirin nexweşxaneyeke li Parîsa Fransayê, dû re neqlê Almanyayê kirin lê roja 11'ê mehê ew jî mir.

Niha dê Serokdewletê welat Alassane Ouattara çi bike nayê zanîn. Jixwe wî bi xwe peywir dabû Bayakoyo.

*Navê wir ê bi fransizî "Republique de Cote d'Ivoire" ye.