Adar 02, 2021 07:55 Asia/Tehran
  • Nûnera Amerîkayê li NY: Min tu hevdîtinek digel hevpêşeyê xwe yê îranî tunebûye

Nûnera hertimî yê Amerîkayê li NY careke din îdiaya amadetiyê jibo beşdariya di civîna çaverêkirî ya Yekîtiya Ewropayê derbarê Peymana Navokî dubare kir û got: Min hîn tu hevdîtinek digel hevpîşeyê xwe yê îranî tunebûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Lînda Tomas (Linda Thomas-Greenfield), Nûnera hertimî yê Amerîkayê li NY ku serokatiya dewreyî ya Konseya Ewlehiyê di meha Adarê da girtiye ustiyê xwe, roja Duşemiyê got: Serokomar Joe Biden aşkira gotiye ku em li dû derfetekê jibo handana Îranê bo vegeriyana tam bo sozên xwe ne.

 

Wê got: Heke îranî jibo vî karî karî amade bibin, em jî dê kiryarên beranber pêk bînin.

Wê her wiha îdia kir: Îranê bi rawestandina cihanîna Protokola zêdekirî û kiryarên zelalkirinê yên li gorî Peymana Navokî, bi rastî derfet ji dest da.

 

Serepeyv