Serokwezîrê Ermenistanê bi tawanbarkirina fermandê giştî yê Artêşê bi 'hewldana darbê' ew ji wezîfê dûr kir
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştî daxwaza fermandariya artêşê ya ji bo îstifakirina wî, bi gotina 'hewldana darbeyê' nerazîbûn nîşan da û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê ji wezîfeyê girt.
Ajansa Nûçeyan a Rûs Interfaxê ragihand, ku artêşa Ermenistanê daxuyaniyek nivîskî weşandiye û banga îstîfayê li Nikol Paşinyan û hikumeta wî kiriye.
Paşînyan li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û got, "Ez daxuyaniya Serokê Fermandariya Giştî weke hewldanek ji bo darbeya leşkerî dibînim. Bang li alîgirê me hemûyan dikim ku li qada Komarê (Erîvan) li hev kom bibin."
Paşînyan li ser înternetê di weşana zindî de daxuyaniyek nû da û diyar kir ku wî General Onîk Gaspariyan ji wezîfeyê girtiye. Paşînyan rojek berê jî alîkarê Gaspariyan Tîgran Haçaryan ji wezîfeyê girtibû."
Piştî banga Paşînyan alîgirên wî li Erîvanê civiyan.
Ji payîza 2020'î dema êrişa artêşa Komara Azerbaycanê ya ser Qerebaxê û vir ve ji ber têkçûna leşkerî, muxalefet zextê li hikumeta Paşînyan dike.