Li Hindistanê qeşayeke mezin kete çem 160 mirî û bê serûşûn bûn
Li bakurê Hindistanê ji ber qeşayayeke siruştî kete nav çemê ku di encamê de 160 kes mirin û bê serûşûn bûn.
Li gor kanala India Today, Şikestina cemedgehek li Hîmalaya zirar da bendav û rabûna lehiyek mezin li herêma Çamulî ya eyaleta Uttarakhandê ya Hindistanê ku di encamê de 10 kescan dan û 150 karkerên din jî ku li ser wê dixebitînbê serûşûn bûn.
Berî ku amara hanê were ragihandin berdevkê polîsên eyaleta Uttarakhandê daxuyanî da û got “Di çem de herî kêm 3 cenaze hatin dîtin. Li gorî bîlançoya pêşîn 150 kes winda bûne. 16-17 kes jî di tunelekê de asê mane.”
Li gorî rayedaran parçeyekî qeşayê şikestiye û ketiye çemê Dhaûlîganayê. Av ji nişka ve rabûye, bendav, pir û rê daye ber xwe.
Hate diyarkirin piraniya kesên winda xebatkarên santrala elektrîkê ya Tapovanê ye.
Gelek gundên nêzî çemê Ganjê jî hatin valakirin.