Çile 28, 2021 17:21 Asia/Tehran
  • Rûsiye li dijî her cûre guhertinekê derbarê Peymana Navokî ya Îranê ye

Alîkarê Nûnerê Rûsiyê li NY destnîşan kir: Rûsiye li dijî her cûre guhertinekê derbarê Peymana Navokî ya Îranê ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Dîmîtrî Poliyanskî, Alîkarê Nûnerê Rûsiyê li NY ragihand ku Mosko li dijî hevsengkirin û teidîlê di Peymana Navokî û girêdana wê bi mijarên din weke bandora navçeyî ya Têhranê ye.

Poliyanskî got: Peymana Navokî destkefta hişmendane ya dîplomasiya cîhanî ye û tu hegerek jibo reform û guhertina wê tune.

Teroîkaya ewropî yanî Almanya, Fransaû Brîtanyayê piştî derketina neqanûnî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî di 8ê Gulana 2018an da soz dan ku bi misogerkirina berjewendiyên aborî yên Îranê, vê peymanê biparêzin.

Van welatan tevî berxwedanên devkî û siyasî li hemberî kiryara Amerîkayê, sozên xwe jibo cubrankirna bandorên vê derketinê cih neanîn.

Di rewşeke wiha da, Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja 8ê Gulêana 2019an di salvegera derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî ragihand ku Îranê sozên xwe yên derheqê vê peymanê li gorî wê dê pêngav bi pêngav kêm bike da ku navbera soz û mafên xwe hevsengiyekê pêk bîne.

Dewleta Îranê roja 5ê Çileya 2020î bi daxuyaniyekê pêngava pêncem a dawî ya kêmkirina sozên Komara Îslamî ya Îranê di Peymana Navokî ragihand.

Îranê pêgirî kiriye ku heke boykot bên rakirin û Îran ji berjewendiyên Peymana Navokî sûdê werbigire, amade ye ku vegere sozên xwe yên li Peymana Navokî.

 

Serepeyv