Brîtanya ji endamtiya Yekîtiya Ewrupayê derket
Çile 01, 2021 15:26 Asia/Tehran
Piştî nêzî 50 salan ji endamtiya Yekîtiya Ewrupayê, peymana “Brexit” pêk hat û Brîtanya ji Yekitiya Ewrupayê bi fermî derket.
Duh bi şev, Brîtanya bi awayekî fermî ji Yekîtiya Ewrupayê derket, lê ji bo kêmkirina bandorên vê biryarê niha derketin li ser qonaxeke demkî pêk tê.
Bi vî awayî ji îro û pêve, Brîtanya pîvanên YE`yê pêk nayne û zêdetirî 500 milyon kes nikarin wekî berê bi hêsanî derbasî xaka Ewropayê û 27 welatên YE`yê bibin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derketina welatê xwe ji sûka Ewropayê ya yekbûyî wekî “kêliyeke xweş” bi nav kir.